Hani Mojtahedy

Dayk

Pelistank

210

Listeners

802

Total plays

4

Likes

Hoy dayê dayê, hoy dayê
Şev û rojan min xew nayê
Hîvî û xema, sal û dema
Kirim rêvî le dınyayê
Rojgar û sal û dewûrana
Kerrov û befr û barana
Rêl û rewal, dol û nehal
Dipîvim ez biyabana
Bêkes û bêwar û yar bûm
Hêşta zarok ez hişyarbûm
Ji bona jîneka azad
Li gemya xewna siyarbûm
Sal û dema kirim rêvî li dinyayê
(Temen bûrî, roj be lez in
Sal û dewran zû dibezin
Nizanim ez çima dayê
Negehiştim xewna mezin?)
Vê perravî û vê benderî
Geriyam cîhan seranserî
Hîvî û daxwaz her mane xew
Keftim jîna derbederî
Negehiştim ez viyana xo
Tenê ez mam semyana xo
Qeder hat û ez dûrkitim
Ji hîlana jiyana xo
Bêkes û bêwar û yar bûm
Hêşta zarok ez hişyarbûm
Ji bona jîneka azad
Li gemya xewna siyarbûm
Sal û dema kirim rêvî li dinyayê
by : @juanaa
Similar tracks