Xero Abbas

Westiya Bû

Derde Duri Ye

18

Listeners

355

Total plays

0

Likes

Xem û derdê min dinyayê birin
Roj û şevê min pêt û agir in
Heval û Hogir teva barkirin
Nizanim sax in nizanim mirin
Nizanim gunhê min çibû
Hey dunya yê hey dunya yê
Nizanim gunhê min çibû
Hey dunya yê hey dunya yê
Tev bûne rewî, ketin ser rêyan
Bûne wek teyrên, ji ref qetiyan
Ez mam bê xwedî, li vê xerîbiyê
Ez mame xerîb, li nav xwediyan
Nizanim gunhê min çîbû
Hey dunya yê hey dunya yê
Nizanim gunhê min çibû
Hey dunya yê hey dunya yê
Jîyana min bû, wek şevek tarî
Pişta min tewiya, ji bar Giranî
Hêstir ji çava, ser rû dibarî
Nebextê zemên, ku bimin dikarî
Nizanim gunhê min çîbû
Hey dunya yê hey dunya yê
Nizanim gunhê min çibû
Hey dunya yê hey dunya yê
Xew neket çava, dimînim şiyar
Çav li riya wa, ji mir bûye kar
Havîn zivistan, nabê wa hat bihar
Xerîbî tucar ji mer nabê war
Nizanim gunhê min çîbû
Hey dunya yê hey dunya yê
Nizanim gunhê min çibû
Hey dunya yê hey dunya yê
Nizanim gunhê min çibû
Hey dunya yê hey dunya yê
Similar tracks